Li Îranê erdhej

Li eyaleta Xuzistanê ya li rojavayê Îranê bi pileya 5.7 erd hejiya.

Li Îranê erdhej
5 kanûn, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li bajarê Heftgel ê eyaleta Xuzistanê ya Îranê vê sibehê erdhejek çêbû.

Li gorî navendê, erdhej bi pileya 5.7 û 10 kîlometre di kûrahiyê de çêbûye. Têkildarî ziyanên malî û canî agahî bi dest neketin.

(bb)