Rojava ji bo koçberan seferber bûye

Ji Kobanê heta Dêrikê xelqê herêmê ji bo alîkariya bisedhezaran koçberên Efrîn û Şehpayê seferber bûye. Li aliyekê koçber têne bicihkirin li aliyekî din pêdiviyên wan yên jiyanî têne pêşwazîkirin. Her wiha banga alîkariya navnetewî tê kirin.

Rojava ji bo koçberan seferber bûye
5 kanûn, 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Evara 27`ê Mijdarê HTŞ`ê (Cebhet El Nûsra) êrişî gundewar û bajarê Helebê kir. Piştî ku Heleb ji aliyên çeteyên HTŞ`ê ve hate kontrolkirin çeteyên girêdayî dewleta Tirk yên bi navê SMO (Artêşa Niştîmanî ya Sûrî) Til Rifat û Şehpayê kirin dorpêçê. Di evara 29`ê Mijdarê çeteyên SMO êrişa dagirkirina Til Rifat û Şehpayê dan destpêkirin. 

Li dijî êrişan Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) û hêzên parastinê ji bo ewlehiya koçberên li Til Rifat û Şehpayê berxwedaniyek mezin kirin.

Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê di 2`ê Kanûna 2024`an de biryar da ku herêma ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, vala bikin û gotin "Derketina me ya ji Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedanê berdaye, têkoşîn dê bi awayekî xurttir bidome.”

Piştî vê daxuyaniyê koçberên Efrîn  û Şehpayê kom bi kom ji dorpêçê hatin derxistin. Karwanên Koçberan li li dibistan, avahiyên saziyên rêveberiya û navendên spore yên kantona Tebqa û Reqayê wekî cihên demkî yên bicîhbûnê hatibûn amadekirin bicihbûn. Li van navendan pêwîstiyên xwarin-vexwarin, tendurîstî û hwd. hatin amadekirin.

Koçberên li Tebqa û Reqayê demkî bicihbûn li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê têne pêşwazîkirin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirin û komkirina alîkariyan ketin nav seferberiyê. Ji bo bicihkirina koçberan û komkirina pêdiviyên jiyanî li komîn, meclîs, saziyên Rêveberiya Xweser de komîte, inîsiyatif û maseyên krîzê hatin avakirin.

Li her bajar û navçeyan gel konên komkirina alîkariyan danîne.

Bi tonan pêdiviyên xwarin-vexerin, sobe, cil, betanî, doşek hwd. têne komkirin. Xelqên herêmê bi hezaran koçber li malên xwe bicihkirin û bi sedan malên vala de wan bicihdikin. Ji bo pitikan şîr, potik û xwarin hate komdikin.

Desteya Tendûristiyê û Heyva Sor a Kurd jî ji bo peydekirina dermanan komîte avakirine. Xebatkarên Heyva Sor a Kurd û Desteya Tendûristiyê ji bo destwerdana lezgîn û nexweşiyan di nav koçberan de ne.

Vegûhestina koçberan ji bo herêmên ewle berdewam dike û hijmara yên gihiştina herêmên xweser bi sedhezarî derbas bûye, lewma Rêveberiya Xweser diyarkir ku derfetên wan kêmin lewma banga alîkariya navnetewî kir.

ANHA