Di çandiniya demsalê de hişyariya gihayên bizirar

Di vê demsala ku dest bi çandina hin cureyên sebzeyan tên kirin de pisporên çandiniyê hişyarî da cotkaran ku li hemberî gihayên bizirar tedbîrên xwe bigirin.

Di çandiniya demsalê de hişyariya gihayên bizirar
Di çandiniya demsalê de hişyariya gihayên bizirar
Di çandiniya demsalê de hişyariya gihayên bizirar
Di çandiniya demsalê de hişyariya gihayên bizirar
Di çandiniya demsalê de hişyariya gihayên bizirar
1 tebax, 2025   05:10
EYN ÎSA

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji meha 8ˊan ve dest bi çandiniya sebzeyên wekî bacanê reş, xiyar, kundir, milûxiyê tê kirin. Ligel vê çandiyê di nava zeviyan de gihayên zirarê didin berhman jî gelek derdikevin û belav dibin, bi taybet gihayê bi navê bacana biyanî zû belav dibe û balê dikişîne.

Li gundewarên bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê ku cotyaran dest bi çandiniyê kiriye bacana biyanî gelek belav bûye. Cotyar di nava zeviyan de paqijiya vê gihayê dikin.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsayê ji hemû şaxên xwe xwest ku destekê bidin cotyaran.

Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê Fadiya El Şerîf got ku ev giha gelek zirarê dide berhemên çandiniyê, lewma divê cotyar bi çavdêriya pisporan derman bi kar bînin.

(bb)

ANHA