Li Amûdê şîraniya Serêkaniyê

Idrîs Cuma ku li Serêkaniyê şîranî çêkir, niha pîşeya xwe li bajarê Amûdê didomîne. Şîraniya ku çêdike ji aliyê xelkê ve tê hezkirin.

Li Amûdê şîraniya Serêkaniyê
Li Amûdê şîraniya Serêkaniyê
Li Amûdê şîraniya Serêkaniyê
Li Amûdê şîraniya Serêkaniyê
Li Amûdê şîraniya Serêkaniyê
Li Amûdê şîraniya Serêkaniyê
1 tebax, 2025   07:30
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Idrîs Cuma yê ji bajarê Serêkaniyê di sala 1999’an de dest bi çêkirina şîraniyê kir. Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê wî (2019) Idrîs Cuma tevî malbata xwe neçar ma mal û jêdera debara xwe terk bike. Demekê li Reqa û Qamişloyê bi cih bû, niha jî li bajarê Amûdê dimîne.

Idrîs Cuma di sala 2022’yan de li sûka bajarê Amûdê dikaneke biçûk a çêkirina şîraniyan vekir  ku navê Serêkaniyê lê kir. Idrîs bi alavên biçûk û îradeya xwe ya bihêz careke din pîşiya xwe zindî dike, di dikana xwe de mamûniyê û gêmerê çêdike.

Idrîs Cuma der barê karê xwe de ji ajansa me re got: "Dikana min berdewama nasnamya wî ya bajarê wî Serêkaniyê ye. Şîraniya ku çêdikim tama erdê ku jê hatime koçberkirin hildigire. Xelkê Amûdê her tim ji min re dibêjin xwezî ji demek dirêj ve tu li nav me bûya, li vir tameke resen heye. Xelkê vir bi karê min kêfxweş e.”

Cuma pîşeya çêkirina şîraniyê ji bavê xwe girtiye û hin pismamên wî jî vî karî dikin.

Cuma di dikana xwe de mamûniyê ku bi eslê xwe ji çanda Helebê ye, pêşkêş dike. Her wiha gêmer jî çêdike ku ji sala 2002’yê ji hosteyekî helebî fêr bûye. Di Remezanê de gelek cûreyên din ên şîraniyê çêdike  ku ji aliyê şêniyan ve tê hezkirin.

Idrîs Cuma ev peyam da koçberan: "Dev ji pêşiyên xwe bernedin. Ji zehmetiyan destpêkeke nû biavêjin. Em koçber eger bi xwe bawer bin em dikarin her tiştî pêk bînin."

Cuma ku hîna dilê wî ji bo bajarê wî Serêkaniyê lê dide, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dilê me hîna li wir e, em dixwazin vegerin û wekî berê dikanên xwe li warê xwe vekin.”

(bb)