Di kampa Holê de tevgera DAIŞ’ê 

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê aşkera kir ku di beşa malbatên penaber a kampê de tevgera çeteyan heye. Hevserok da zanîn li dijî navendên mirovî şewitandin û wêraniyê pêk tînin û koma wan a bi navê “Hisbe” tundiyê di beşê de pêk tîne.

Di kampa Holê de tevgera DAIŞ’ê 
1 tebax, 2025   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di kampa Holê ya li başûrê Hesekê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê, koçberên ji Sûriyeyê û penaberên ji Iraqê hatine bicihkirin. Di demên dawîn de di beşa kampê ya malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî tê de hatine bicihkirin, rewşa ewlehî xirab bûye. Di beşê de tundî û gelek bûyerên wêrankirin û şewitandina navendên mirovî pêk hatin.

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan têkildarî mijarê agahî dan ajansa me û diyar kir di vê demê de gelek bûyerên wêrankirinê di navendên rêxistinan de pêk hatin. Cîhan Henan destnîşan kir ku bûyerên xirabkirinê di beşa muhacirat (malbatên çeteyên biyanî) de pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet di vê dema hestyar de tevgera tundiyê di beşê de zêde bûye.”

‘3 NAVEND HATIN ŞEWITANDIN’

Cîhan Henan, da zanîn ku navendên 3 rêxistinên mirovî hatin şewitandin û wêrankirin û wiha pê de çû: “Tevî ev rêxistin alîkariyên mirovî ji malbatên çeteyan re pêşkêş dikin. Ên di vî beşî de karê wan qebûl nekin. Gelek caran bi keviran êrişî ekîbên mirovî dikin. Ji ber xirakirin û tevgerên ne normal xebatê rêxistinên mirovî di beşê muhacîrat de hatiye rawestandin.”

LI HUNDIRÊ KAMPÊ JÎ TUNDÎ

Cîhan Henan diyar kir hin jinên di wê beşê de dimînin rastî îşkenceyê tên û wiha dewam kir: “Herî dawî koma wan a navê Hisbê li xwe dike, bi alavekî tûj li serê jinekê xist. Me ew jin rakir navenda tenduristiyê. Wê aşkera kir ku koma Hisbê îşkence li wê kiriye. Li aliyê din jî dirûşm û nivîsên DAIŞ’ê û koma Eşbal El Xîlafa (Ciwanên nû hatî yên DAIŞ’ê) li ser dîwaran dinivîsin.

‘ÇEKÊN WAN MOLOTOF Û ALAVÊN TÛJ IN’

Li ser çek û alavên çete di kampê de bi kar tînin Cîhan Henan ev tişt bi bîr xist: “Çek û alavan di beş de ji hesin têne çêkirin. Molotofan çêdikin û di şewitandinê de bikar tînin. Di kampê de tevgera çeteyan zêde bûye. Hêzên Ewlekarî çend caran girtin ser wan. Hin komên çete hatin girtin.”

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan di dawiya axaftina xwe de da diyarkirin ku hin hene tevgera heyî birêxistin dikin û ev tişt anî ziman: “Ne aşkera tev digerin. Hin alî hene wan bi rê ve dibin. Perspektîfan didin wan. Dema êrişî navendekê dikin, gelek kes cihê xwe di êrişê de digirin. Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li derve şaneyên li hundir dixin nava tevgerê.”

(dc)