Li eyaleteka Amerîkayê êrişa çekdarî: 4 kuştî û 21 birîndar

Li eyaleta Alabama ya Amerîkayê di êrişek bi çekan de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bû.

Li eyaleteka Amerîkayê êrişa çekdarî: 4 kuştî û 21 birîndar
22 îlon, 2024   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Birmingham ê eyaleta Alabama ya Amerîkayê bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya malpera înternetê ya “Al.com”ê; polîs Truman Fitzgerald daxuyanî da û got ku êriş saet derdora 23:00`an hatiye kirin.

Fitzgerald da zanîn ku di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne. Fitzgerald got ku êrişkar hîna nehatiye girtin û der heqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

(şx)