Şehîd Şiyar Efrîn li Helebê hat bibîranîn

Dayika fermandarê HPG`ê  yê şehîd Şiyar Efrîn soz da ku şehadeta kurê xwe bike hêz û ji dozê re xizmetê bike. Her wiha bang li malbatên şehîdan kir ku rêya zarokên xwe temam bikin.

22 îlon, 2024   15:50
HELEB

Ji bo fermandarê HPG’ê Şiyar Efrîn (Loqman Îsmaîl) ê ku Tîrmeha îsal (2024) di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.

Tevî endam û nûnerên partiyan, saziyên sivîl, hêzên leşkerî, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî merasîmê bûn ku li qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê hatiye lidarxistin.

Endamê rêveber ê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo Silêman Arif diyar kir ku şehîdan serî ji dagirkeran re netewand û di rêya rizgarkirina gelan û welatan de heya dawiyê tê koşiyan.

Arif got: "Tevgera me bi saya şehîdan hate avakirin û hîna berdewam e."

Endama rêveber a Meclisa Şehîd Gulê Selmo, Fatme Mihemed di axaftina xwe de ev peyman da dagirkeran "Hûn dikarin şerê me bikin lê hûn nikarin şoreşa me têk bibin. Şoreş fikr e û fikr jî namire."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn - Şehbayê Gulê Mihemed jî got: "Divê çeka me fikr be. Êdî em wekî berê nin in. Rêbertî rêya azadiyê nîşanî me daye. Em ê bi berxwedanê vê rêyê temam bikin."

Dayika şehîd Şiyar Efrîn, Emîne Îsmaîl jî wiha axivî: "Ez ê layîqî şehadeta kurê xwe bim. Ez ê şehadeta wî bikim hêz û heta dawiyê ji bo vê doze xizmetê bikim. Divê dayikên şehîdan jî wisa bikin."

Emîne diyar kir ku berxwedan ne bi rakirina çekan tenê nin e û wiha got: "Em ê ji bo têkbirina planên dagirkeran, gavên cidî bavêjin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasim bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(şx)

ANHA