Li Idlibê kesek hate kuştin û 4 din birîndar bûn

Li bakurê Idlibê di encama teqîna bermahiyên şer de, ji malbatekê kesek hate kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li Idlibê kesek hate kuştin û 4 din birîndar bûn
22 îlon, 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), teqîn li bajarokê Kellî yê bakurê Idlibê yê dagirkirî di malekê de çêbûye. 

Li gorî SOHR, xwediyê malê dema hewl dide cismek ji bermahiyên şer ji hev veke, di destê de teqiya. Di encamê de hate kuştin, kurê wî yê 7 salî, hevjîn û her du keçên wî yên 2 salî birîndar bûn.

SOHR destnîşan kir ku ji destpêka salê ve di encama teqînên bermahiyên şer de  135 kes hatine kuştin ku di nav wan de 48 zarok hene û her wiha 180 kes birîndar bûn ku di nav de 88 zarok hene.

(şx)