Li Ewropayê li dijî êrişên ser Rojava bi hezaran kes herikîn qadan

Li bajarên Ewropayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrişên çeteyên hikumeta demkî, DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava daketin qadan. Bi hezaran kes bi mitîng û meşan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyê bigrin.

Li Ewropayê li dijî êrişên ser Rojava bi hezaran kes herikîn qadan
27 ÇILE, 2026   00:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çalakiyên li gelek bajarên Ewropayê de, bi hezaran kes êriş û komkujiyên li ser Rojava bi hêrs şermezar kirin. Di mitîngên ku bi tevlîbûna rêxistinên Kurd û dostên wan ên navneteweyî pêk hatin de, peyamên piştevaniyê hatin dayîn û êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana di pêşengiya jinên Kurd de hate dayîn.

HAMBURG

Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Hamburg ê Almanyayê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava li pêşiya avahiya Partiya Demokratên Sosyal a Hamburgê (SDP) mitîng hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM) pêk hat û Meclîsa Gel a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Di qada mitîngê de pankartên wekî, “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten Stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidaritat mit den Protesten im Iran!” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!” hatin hilgirtin. Tevî alên TEV-DEM û Kurdistanê, pankartên ku balê dikşînin ser komkujiyên çeteyên HTŞ’ê hatin hilgirtin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Beşdaran dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî”, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berzkirin û sirûdên berxwedanê hatin vekirin.

Li ser navê YJK-E’yê Hediye Bakrak axivî. Hediye Bakrak diyar kir ku di pêvajoya dawî de li ser Rojava, hişmendiya neteweyî ya Kurd û Rêber Apo tê hedefgirtin û wiha got, “Paradîgmaya Rêber Apo wê hemû êrîşan têk bibe. Em ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin. Bila kes bêhêvî nebe. Em ê li hemberî terorîzma HTŞ-Tirk çok nedeynin. Em ê bêdengiya navneteweyî bi çalakiyan xira bikin. Divê her kes bi ruhê seferberiyê bêyî navber li ber xwe bide.”

Piştî axaftina Bakrak, bi hezaran kes ji avahiya SDP’ê ber bi Gansemarktê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Gelê Kurd Yek e” hatin berzkirin. Çalakî bi dirûşme û sirûdên berxwedanê bi dawî bû.

LUGANO

Li kantona Ticino yê Swîsreyê, protestoyên êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên li ser Rojava, berdewam dikin. Îro bi pêşengiya Komuna Jinan a Ticino û Komîteya Jineolijiyê ya Swîsreyê, li pêşiya televîzyona RSI ku bi Îtalî weşanê dike, çalakî hate lidarxistin.

Gelek kes û welatî tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Jin, jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Viva Rojava, Viva Kurdistan” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li ser navê jinan de, îşaret bi êrîşên li ser destkeftiyên jin û gelê Kurd ên HTŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyeyê hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku jin wê li djî êrîşan gelên xwe biprêzin û bang hate kirin ku her kes li dijî komkujiyan helwest bigrin.

KOPENHAG

Kurdistanî û dostên wan îro di saet 15:00’an de, ji bo protestokirina komkujiyên zarokan a li Rojava, li pêşiya Balyozxaneya DYA’yê Kopenhagê mitîngek li dar xistin. Bi hezaran kes tevlî mitîngê bûn û beşdaran zarokên xwe jî neşandin dibîstanê û wan jî bi xwe re anîn mitîngê.

Partiya SF û Enhedlisten jî tevlî mitîngê bûn. Partiyan diyarkirin ku ewê êdî tenê piştgirî nedin çalakiyên Rojava, her wiha di koordîsnasyona çalakiyan de cih bigirin û tevî girseyên xwe beşdar bibin.

Di danezana hatî xwendin de, hate destnîşankirin ku DYA’yê Colanî û HTŞ’ê anî ser desthilatdariya Sûriyeyê. Beşdaran diyarkirin ku HTŞ û DAIŞ’ê xwedî heman zîhniyet û kiryarên qirker in. Her wiha hate gotin ku DYA’yê bi vê nêzîkatiya xwe bûye hevkarê sûcê qirkirinê ya li dijî Kurdan.

Di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava!”, “Bijî YPG!”, “Bijî YPJ!”, “Bakûr, Başur, Rojhilat, Rojava, Kurdîstan Yeke!”, “Solidarite Rojava!”, “Şer bike Amerîka!”, “Free Rojava!” hatin berzkirin.

CINÊV

Li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanên çalakî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê li hev civiyan û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyê bigrin. Çalakvanan gelek caran dirûşmeyên,  “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.

Di çalakiyê de axaftina ewil ji aliyê Latcheen Maslamani ve hate kirin. Di metna çapemeniyê ya Fransî de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanmê sûcê mirovahiyê ye û di serî de Fransa bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku dawî li vê bêdengiyê bînin.

Piştre, dostê Kurdan enternasyonalîst Baban Eliassî berxwedana Rojava silav kir û peyama piştevaniyê da.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd jî Mulkiye Aşirbayev a Kurdistanî axivî û bal kişand ser komkujî û qeyrana mirovî ya li Kobanê. Aşirbayev diyar kir ku zarok, jin û extiyar bêav, bê elektîrîk û bê xwarin têne hiştin û wiha got, “Ger ez li vê derê bi ewle me û zarokên me ji birça dimirin, ez şerm dikim. Ger ev dimirin, divê ez jî li vê derê bikevim bin axê.

Di çalakiyê de bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê, Sirûda Şoreşa Rojava hate xwendin û li pêşiya konsolosxaneyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Beşdaran, dosyayek berfireh ku êrîş, binpêkirinên mafê nmirovan û gefên li ser gel ên li Rojava, radestî rêveberiya Konsolosxaneya Fransayê kirin.

Beşdaran bang li saziyên çapemeniyê kirin ku ji bo belavkirina rewşa Rojava berpirsyariyê bigrin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

HELSINKI

Îro jî Kurdên li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Rojava daketin qadan û banga xwedîderketina li destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Çalakî  ji aliyê rêxistina RiseUp4 Rojava ve hat organîzekirin û gele Kurdistanê û dostên wan tevlî bûn.

Çalakî li ber Dêra spî ya bajêr destpê kir û bi meş heya ber Komîsyona Ewrupa dewam kir. Li wir daxuyanî hatin dayîn. Her wiha çendîn performans hatin nîşandan û berdewam dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Rojava li dijî çeteyên Tirkan hatin berzkirin.

STRASBOURG

Li Strasbourgê, ku yek ji wan bajaran e ku tê de biryara çalakiyên bêdem li dijî êrişên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta Tirk û çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin, gelê Kurd îro jî li qadan bû. Beşdarên ku li Place Kléberê hatin cem hev, êrişên li ser Rojava protesto kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi hestiyar bin.

Di dema çalakiyê de sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rojava rûmet e” hatin berzkirin. Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên li ser sivîlan hatin teşhîrkirin; her wiha bal hate kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û girîngiya dîrokî ya têkoşîna yekgirtî ya Kurdan.

Bernameya çalakiyên ku dê di nav hefteyê de ji ber rûniştinên Konseya Ewropayê li Strasbourgê bên lidarxistin wisa hate ragihandin:

Sêşem: Gare Strasbourg – 18:00

Çarşem: Meş | Place République – 11:30 (Li ber Konseya Ewropayê)

Pêncşem: Stand | Place Kléber – 14:00–17:00

În: Stand | Gare Strasbourg – 14:00–17:00

Şemî: Meş | Place Dauphine – 15:00

Yekşem: Standa Ciwanan | Place Kléber – 13:00–18:00

Yekşem: Civîna Gel | DKTM Strasbourg – 13:00

Di bangawaziyên çalakiyê de bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava; Jin, Jiyan, Azadî” bang li hemû Kurdistanî û dostên Kurdan hate kirin ku dakevin qadan.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Almanyayê, ji bo protestokirina êriş û komkujiyên li Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Kurdên li Kielê dijîn û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Navendî (HBF) hatin cem hev.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku gelên li her çar parçeyên Kurdistanê di nav yekîtiyê de ne û divê li dijî hewildanên fitne û cudaxwaziyê yên di navbera Kurdan de helwest bê nîşandan.

LUZERN

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, li ber parlamentoya kantonê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan çalakiyeke piştgiriyê ji bo Rojava hat li dar xistin. Di çalakiyê de hat gotin ku xwedîderketina li şoreşa Rojava, xwedîderketina li azadiya jinê, demokrasiyê û jiyana hevpar a gelan e.

Li ser navê girseyê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Luzernê, Ercan Guneş, li ser navê PYDˊê yê Swîsreyê Elî Omer axaftin hat kirin. Di axaftinan de êriş hatin şermezarkirin û piştevaniya Rojava û şervanên wê hat kirin.

Çalakî bi daxuyaniyên saziyan, slogan û bangên piştgiriyê bi dawî bû.

AURICH

BONN