Li êrişên li ser Xezayê de 13 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên barbanga îro yên li ser Xezayê de 13 kes hatine kuştin.

Li êrişên li ser Xezayê de 13 kes hatin kuştin
2 îlon, 2025   09:47
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di bombardûmana Îsraîlê ya bi şev de 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Parastina Sivîl, hêzên hewayî yên Îsraîlê êriş birin ser qatê herî jor ê apartmaneke li başûrê rojavayê bajêr û di encamê de 10 kes hatin kuştin. Her wiha di êrişeke bi helîkopteran de ya li ser daîreyeke li rojavayê Xezeyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gel vê yekê bi armanca dagirkirina bajarê Xezayê, artêşa Îsraîlê di çarçoveya operasyona 'Tankên Gedeon II' de bang li 40 hezar leşkerên cihgir kir ku wezîfeyê bikin. Hate ragihandin ku piraniya kesên ku artêşê di çarçoveya seferberiya lezgîn de bang li wan kir wê ji îro û pê ve teslîmî yekîneyên xwe bibin.

Neteweyên Yekbûyî dawiya meha Tebaxê ragihand ku li bajarê Xezayê û derdora wê ku nêzî milyonek mirov lê ne bi fermî rewşa xelayê heye.

Di şer de ku 7'ê Cotmeha 2023'an bi êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, piraniya wan sivîl hezar û 219 Îsraîlî hatibin kuştin.

Wezareta Tendurstiyê ya Xezayê jî diyar kir ku ji piraniya wan sivîl herî kêm 63 hezar û 557 kes hatin kuştin.