Di Tebaxê de 166 kes hatin kuştin

Li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û herêmên dagirkirî de, di meha Teaxê de 34 jê jin 166 kes hatin kuştin.

Di Tebaxê de 166 kes hatin kuştin
2 îlon, 2025   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk  û çeteyên wê de di meha Tebaxê de sûc û teqîna mayînan dewam kirin.

Hate ragihandin ku di tebaxa borî de li Şam, gundewarê Şamê, Hums, Hema, Laziqiyê, Tertûs, Idlib, Dera û Dêrazorê di nav de 5 zarok û 2 jin, bi kêmanî 97 sivîl di bin navê "tolê" an jî ber nasnameya mezhebî hatin qetilkirin.

Li Siwêdayê ji ber şer, komkujî û êrişên Îsraîlê ku di navîna Tîrmehê de dest pê kirin, 2 hezar û 14 kes hatin kuştin.

Li gor daneyan, di meha tebaxê de 35 sûc hatine kirin ku di encamê de 28 mêr, 4 zarok û 5 jin hatine kuştin. Ev sûc ku sedemên wê nehatin zanîn li Şam û gundewarê wê, Heleb, Laziqiyê, Hema, Idlib, Dera û Dêrazorê hatine kirin.

Hate ragihandin ku di  Tebaxê de ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer jî jê 16 zarok û 4 jin, 32 sivîlan jiyana xwe ji dest da, her wiha 16 zarok û 4 jin di nav de 55 kes birîndar bûne.

(bb)