Li Elysee piştgiriya Fransa, rola QSD’ê, parastina pêkhateyên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin

Serokê Fransayê Macron di hevdîtina xwe de ya bi serokê desthilata Şamê El Şeri re rola QSD'ê silav kir, piştgiriya Fransayê ji bo wê nîşan da û ji desthilata Şamê xwest bi QSD'ê re hevkariyê bike. Macron banga parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir û ji desthilata Şamê re got şertê rakirina cezayan îstîqrar misoger bibe.

Li Elysee piştgiriya Fransa, rola QSD’ê, parastina pêkhateyên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
7 gulan, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hevdîtina serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri li Qesra Elysee ya Parîsê, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de daxwazên Fransayê ji Sûriyeyê hatin diyarkirin.

Macron hewlên welatê xwe ji bo xurtkirina hevkariya bi Sûriyeyê re di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, piştgiriya Sûriyeyiyan di îstîqrara welêt de û xurtkirina hêzên xwe li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ji bo piştgiriya wan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ragihand.

Macron got ku wî ji desthilata Şamê xwest ku hevkariyê bi QSD'ê re bike û bal kişand ser rola sereke ya QSD'ê di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de û got, "Hebûna DAIŞ'ê metirsiyê dide ewlekariya navneteweyî, ji ber wê jî pêdivî ye ku şerê li dijî wê bidome."

Macron piştgiriya welatê xwe ji bo pêkanîna peymana di navbera QSD'ê û desthilata Şamê de nîşan da û spasiya fermandariya QSD'ê kir.

Macron destnîşan kir ku Fransa hewl dide gav bi gav cezayên li ser Sûriyeyê rake û ji Washingtonê xwest ku heman gavan biavêje ku aborî geş bibe û îstîqrar veger û got, "Îro ji berjewendiya her kesî ye, nexasim a Amerîkiyan, li kêlek me ji bo rakirina cezayan li ser gelê Sûriyeyê tev bigere û vekişîna van hêzan ji Sûriyeyê bi qasî tê xwestin bi paş de bixe." Macron diyar kir ku lê ev yek bi şertê ku desthilata Şamê îstîqrara li Sûriyeyê pêk bîne.

Macron ji El Şeri xwest ku divê kesên kiryarên tundiyê di vê dawiyê de li dijî Durziyan kirine were cezakirin, her wiha sûcdarên komkujî li dijî Elewiyan di Adarê de kirine jî hesab jê werin pirsîn. Macron bang li Yekitiya Ewropayê kir ku cezayên sîstematîk li sûcdarên ew sûc li Sûriyeyê kirine, bibire.

Der barê bombebarana Îsraîlê de Macron got, "Têkildarî bombebaranê û derbasbûna nav xaka Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve, ez bawer im ev kiryar nebaş in. Ewlehiya tu welatan bi binpêkirina ewlehiya welatekî cîran nayê misogerkirin."

El Şeri jî got gelê Sûriyeyê ji bo jinûve avakirinê, piştî şer bi îsrar e û helwesta Fransayê ku ji welatên pêşîn bû ku danûstandinên bi rejîma berê re qut kirine, silav kir.

El Şeri diyar kir ku asoyên hevkariyê bi Fransayê re di warên qadên ewlekarî, edalet û jinûve avakirinê de cid digirin.

Girêdayî wê, El Şeri destnîşan kir ku Sûriye êrişên hewayî yên Îsraîlê yên vê dawiyê red dike û diyar kir ku bi Îsraîlê re ji bo rewşa li herêmê aramtir bibe dan û standinên neyekser hene.

(mh/fr)

ANHA