Şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê  êrişî navenda wê ya li gundewarê Dêrazorê kir û diyar kir ku êriş hat şikandin. 

Şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir 
8 gulan, 2025   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh têkildarî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li di nava navenda ya li gundewarê Dêrazorê daxuyaniyek weşand. 

Di destpêka daxuyaniyê hate zanîn "Di demekê de ku metirsiya DAIŞê û çalakiyên şaneyên wê yên terorîst li kantona Dêrazorê zêde dibe, hêzên me hewlên xwe yên parastina ewlehî û aramiyê zêde dikin." 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şandeyên çeteyên DAIŞ’ê duh saet di 21.00’an de êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Zîbanê kantona Dêrazorê kir. 

Hate diyarkirin ku êrişkaran ku motorsîkletan bûn, bi çeka RPG’ê êrişê Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Zîbanê kirin û wiha hat domandin: "Hêzên me yên li cihê bûyerê bi lez bersiva êrişê da û ti ziyanên li endamên me nebûn. Ji ber zexta bersiva bilez a hêzên me de êrişkar reviyan." 

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Careke din em teqez dikin ku ku hêzên me dê erkê xwe welatparêziyê parastina ewlehî û aramiyê pêk bînin û têkoşîna li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û hesabpirsînê ya ji ber sûên wan bidomîne." 

(bb)