Li Efrînê kesekî din hate revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" şêniyekî din li Cindirêsê revand.

Li Efrînê kesekî din hate revandin
17 gulan, 2024   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên li Efrîna dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" şêniyê bi navê Reşîd Mihemed (60) yê bi navê Reşîd Îşo tê naskirin, ji pêşiya mala wî ya li gundê Til Silûrê yê Cindirêsê ya Efrînê revand. 

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan Îşo biriye navenda xwe ya li başûrê Til Silûrê û heta niha tu agahî der barê wî de nayên zanîn.

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên "Polîsên Sivîl" li Cindrêsê şêniyên bi navên Ebdo Şêxo (46) û Nazmî Hemo (42) revandibûn.

(şx)

ANHA