Çapemeniya Îsraîlê: Fermandarekî Hizbullahê hat kuştin

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku li herêma Seyda ya Lubnanê erebeyek bombebaran kir û di encamê de fermandarekî Hizbullahê hatiye kuştin.

Çapemeniya Îsraîlê: Fermandarekî Hizbullahê hat kuştin
17 gulan 2024   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kanala I24 a Îsraîlê, balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Seyda ya Lubnanê (40 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê) erebeya fermandarekî hêzên hewayî yên Hizbullahê Hisên Mehdî bombebaran kiriye. 

Kanala I24 di nûçeya xwe de ragihand ku di êrişê de Hisên Mehdî hatiye kuştin.

(mh)