Dewletên Ewropayê banga ‘ji nû ve nirxandina rewşa li Sûriyeyê’ kir

Hikumetên 8 dewletên endamên Yekitiya Ewropayê diyar kir ku divê “rewşa li Sûriyeyê ji nû ve bê nirxandin” ji bo ku destûrê bidin “vegere dilxwazî” ya penaberên sûriyeyî.

Dewletên Ewropayê banga ‘ji nû ve nirxandina rewşa li Sûriyeyê’ kir
17 gulan, 2024   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Awisturya, Çekya, Qibris, Yewnanistan, Îtalya, Malta û Poland bi hev re daxuyaniyek da û got wan li hev kiriye ku rewşa li Sûriyeyê careke din bê nirxandin û ev nirxandin dê bihêle bi awayekî guncawtir bi penaberên sûriyeyî re yên ku hewl didin bigihêjin welatên Yekitiya Ewropayê, mijûl bibin.

Rayedarên her heşt dewlet li paytexta Qibrisê li hev civiyan û daxuyand ku rewşa li Sûriyeyê "bilez bi pêş dikeve, ruxmî ku îstiqrara siyasî ya giştî li welêt nîn e."

Her wiha destnîşankirin ku divê Yekitiya Ewropayê, piştgiriya ji bo Lubnanê zêde bike da ku metirsiyên pêlên penaberan ji Lubnanê ber bi Ewropayê ve, sivik bikin.

Rayedarekî qibrisî jî got: "Ji nû ve nirxandina rewşa Sûriyeyê, nayê wateya derxistina penaberên sûriyeyî û vegerandina wan li Sûriyeyê. Lê penaberên sûriyeyî yên ku herêmên jê penaber bûne, wek herêmên ewle hatibin sinifandin, dê nikarin kar û derfetên din ên penaberiyê bi dest bixin. Ev jî dê bandorê li penaberên din bike ku cesaret nekin bên Qibrisê.”

(şx)