Li Efrînê 2 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 şênî li Efrînê revandin. Her wiha çeteyên "Feyleq El Mecid" xerac li şêniyan birî.

Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
27 tebax, 2024   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 23’yê Tebaxê şêniyên bi navê Ehmed Mihemed (62) ê ji gundê Qujumo ku li Cindirêsê dimîne Nazmî Mihemed Bekir (60) ê ji bajarê Cindirêsê revandin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Feylaq El Mecid" şêniyên gundê Kêla yê bajarokê Bilbilê û gundê Zerka yê bajarê Recoyê agahdar kirine ku divê li beramber her dareke zeytûnê 3 dolar wek xerac beriya mewsimê bidin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan gef li şêniyan xwariye heke xeracê nedin.

(şx)

ANHA