Li Idlibê jinek hat qetilkirin

Li kampa Reyan Bedir Hesen a li bakurê Idlibê ya dagirkirî jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin.

Li Idlibê jinek hat qetilkirin
27 tebax, 2024   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li kampa Reyan Bedir Hesen a li bakurê Idlibê ku di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de ye, jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin.

SOHR’ê diyar kir ku jin bi amûreke tûj ku li serê wê hatiye xistin, hatiye qetilkirin.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal ve di 50 êriş û bûyerên bi vî rengî de 41 kes hatine kuştin û 65 kes jî birîndar bûne.

(bb)