Li DYA’yê ji ber bahoz û lehiyan 17 kes mirin

Li gorî rayedaran, li naverast û rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di encama bahozên dijwar de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li DYA’yê ji ber bahoz û lehiyan 17 kes mirin
7 nîsan, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku di encama bahozên dijwar de ku li naverast û rojhilatê welat qewimîne, herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Di rojên dawîn de li herêmên ji Arkansas heta Ohioyê bahoz û lehî rabûn. Di encamê de zirarên mezin çêbûn.

Hate zanîn ku li aliyê rojavayê eyaleta Tennessee ku herî zêde ji şert û mercên hewayî bi bandor bûye, 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate diyarkirin ku ji ber lehiyan li Missouriyê 2 û li Kentuckyê 2 kes û li Arkansas, Indiana û Mississippiyê jî 3 kes mirine.

Li gorî AFP’ê yê Jeffersontown a Kentuckyê, gelek avahî ji ber bahozê hilweşiyan.

Çavdêriya Neteweyî ya Hewa hişyarî da ku "metirsî hene ku li beşên başûr û rojhilat û herêma peravê baranên dijwar bibarin û bibin sedema lehiyan."

(bb)