Rûsyayê bajarokekî din ê Ukraynayê kontrol kir

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokek li herêma Sumy a Ukraynayê kontrol kir û îdia kir ku Ukrayna êrişan li ser binesaziya enerjiyê didomîne. Ukraynayê jî ragihand ku herî kêm 2 hatine kuştin.

Rûsyayê bajarokekî din ê Ukraynayê kontrol kir
7 nîsan, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokê Pasivka yê li Sûdyayê kontrol kiriye û diyar kir ku li 12 cihên din êriş li hêzên Ukraynayê kirine.

Wezaretê îdia kir ku tevî peyama rawestandina demkî ya êrişên li ser tesîsên enerjiyê, lê Ukrayna êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Rûsyayê didomîne.

Wezaretê di raporekê de diyar kir ku hêzên Rûsyayê bi şev bi rêya çekên dûravêj û balafirên bêmirov êrişî baregeha çekdarî ya navendî ya topan a û kargeheke çêkirina dronan ên li Ukraynayê kiriye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî anî ziman ku di demên dawîn de êrişên Rûsyayê yên li ser welatê wî zêde bûne û sedema vê yekê spart vê yekê ku zextên li ser Moskovê têrker nîn in. Zelensky li ser Facebookê got: "Hejmara êrişên hewayî her ku diçe zêde dibe. Ev jî niyetên rasteqîn ên Rûsyayê piştrast dike; madem cîhanê destûr daye wê dê belavkirina tirsê bidomîne."

Zelensky daxuyand ku hêzên Rûsyayê di hefteya borî de bi zêdetirî hezar û 460 bombe, nêzî 670 dron û zêdetirî 30 moşekan êrişî Ukraynayê kiriye.

Rayedarên Ukraynayê duh ragihandibû ku di êrişên hêzên Rûsyayê de li Kîevê herî kêm kesek hatiye kuştin û 2 kes birîndar bûne, li başûrê welat jî kesek hatiye kuştin.

(bb)