Li Dirbêsiyê 13 bîrên avê yên nû

Saziya Avê ji bo ku daxwazên şêniyan pêk bîne û avê ji Dirbêsiyê re peyda bike, hewldanên xwe didomîne. Ji bilî 5 bîrên ji nû ve xebitandine, saziyê 13 bîrên din xistin meriyetê.

 Li Dirbêsiyê 13 bîrên avê yên nû
 Li Dirbêsiyê 13 bîrên avê yên nû
 Li Dirbêsiyê 13 bîrên avê yên nû
4 îlon, 2024   06:40
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Bi rêya 15 bîran av ji bajarê Dirbêsiyê re tê peydakirin. Di vê dawiyê de 7 bîr rawestiyan û di encamê de av li bajêr kêm bû.

Îsal Şaredariya Gel bi şêniyên bajêr re civiyan û li pêşniyarên wan ên der barê projeyên xizmetguzariyê de guhdar kir. Li ser pêşniyarên şêniyan, şaredariyê 5 xetas bi cih kirin û di encama vê xebatê de 13 bîr xebitandin. Şaredarî dema av kêm bibe, tedbîreke din girtiye ku bi rêya sahrîcan avê ji şêniyan re peyda dike.

Hevserokê Saziya Avê ya bajêr Zêdan Nûh got: "Li bajêr 15 bîr hene. Kapasîteya her bîrekê di saetekê de 60 metrekab e. Herî kêm divê 12 bîr bixebitin da ku av bigihêje şêniyan."

Nûh wiha domand: "Di vê dawiyê de 5 xetas rawestîn. Piştî ku avahîsazî li bajêr zêde bû, xwediyên wê bê ser û ber torên avê dirêj kirin, her wiha şênî avê zêde xerc dikin. Vê jî zehmetiyên şêniyan zêde kirin."

Saziya Avê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê 5 xetas bi lêçûna 42 hezar dolar bi cih kirin û pê 13 bîr xebitandin.

Zêdan Nûh bang li şêniyan kir ku avê zêde xerc nekin da ku av bigihêje tevahî malan.

(şx)

ANHA