‘Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têrê nake’

Rewşenbîrên kantona Cizîrê destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, têrê nake û diyar kir ku divê gelê herêmê vê têkoşînê mezintir bike.

‘Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têrê nake’
4 îlon, 2024   03:10
QAMIŞLO
RÛHAT XELEF

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta îşkenceyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dimeşîne. Ji 25`ê Adara 2021`an ve parêzeran miwekîlê xwe nedîtiye. Li hember van sûcan, hêrsa gelê herêmê zêde bûye. Herî dawî, beşdarên Kongreya Aştiyê û Demokrasiyê ya ku li Berlînê 1`ê Îlonê hatiye lidarxistin, girêdana xwe ya xurt bi Rêber Abdullah Ocalan re rave kir û got ji bo azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin û ji bo ku siyasetên dewleta Tirk li Îmraliyê bên aşkerakirin, divê têkoşîneke hesas bê meşandin.

Ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiyên cihêreng li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne lidarxistin. Gel bi rêya şêwirên xwendinê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwîne, meş û panelan li dar dixe.

Nivîskar Biradost Mîtanî yê ji bajarê Girkê Legê destnîşan kir ku têkoşîna pêkhateyên herêmê di oxira bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, têrê nake û wiha domand: "Ji ber ku Serok, ronakbîr û fîlozofek e ku ji bo pêkhateyên herêmê tev de tê koşiyaye. Şert û mercên girtinê gelek zehmet in lê ji bo çareserkirina aloziyan û pirsgirêkan têkoşîneke zanistî dimeşîne."

Mîtanî destnîşan kir ku ji bo ku rastiya sûcên li Îmraliyê têne kirin, ragihînin cîhanê divê rewşenbîr, nivîskar, karmend û azadîxwaz têkoşîneke ji vê mezintir bimeşînin. Her wiha bang li dezgehên çapemeniyê kir ku ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan ragihînin cîhanê, divê ji vê bêtir kar bikin.

Endamê Yekitiya Rewşebîran a kantona Cizîrê Ednan Berko tecrîd şermezar kir û got: "Rêbertî, raman û felsefe ji gelên herêmê re pêşkêş kir."

Berko bêdengiya rêxistinên navneteweyî, hiqûqî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bi "lekeyeke şermê li eniyê" wesifand. Berko wiha axivî: "Divê gelên herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin. Divê em rojane ji bo vê armanc xwe birêxistin bikin."

Şêniya bi navê Xaliye Selmo ya ji Girkê Legê jî got divê pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û suryan têkoşînê ji vê mezintir bikin ji ber ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên komploger li dijî herêmê didomîne û wiha pê de çû: "Em bi bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, em dikarin civaka xwe jî azad bikin."

Şêniyê bi navê Fuad Sedî jî diyar kir ku çareseriya doza Kurd û pirsgirêkên li herêmê di bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de nixumandî ye û got: "Divê em her tiştî bikin ji bo ku azadiya wî bi dest bixin. Divê têkoşîna me li gorî asta raman û felsefeya wî bin."

(şx)

ANHA