Civîna Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bi dawî bû 

Civîna 2'yemîn a Meclisa Giştî ya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi encamnameyan dawî bû.

3 îlon, 2024   20:25
REQA

Meclisa Giştî ya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  civîna xwe ya 2'yemîn a kantonên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê li hola civînan a kantona Reqayê bi dawî kir.

Di civînê de endamên meclisa giştî û yekitiyên wê, her wiha hevseroketiyên konfedraliyê yên kantonên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê beşdar bûn.

Di civînê de hevserokê Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre rapora rewşa siyasî ji aliyê hevseroka konfedraliyê Nesrîn El Hesen ve hat xwendin.

Di civînê de Asya El Elî wek berdevka Nivîsgeha Jinan a konfedraliyê, Yara Salim wek hevseroka Nivîsgeha Rêxistinan a konfedraliyê, Îman Mihemed wek hevseroka Nivîsgeha Ekolojiyê ya konfedraliyê hatin erkdarkirin. Her wiha Ehmed Esaf, Hisên Mela û Seîd Xelîl wek endamên Komîteya Şopandinê û Dîspilînê ya konfedraliyê hatin erkdarkirin.

Piştre rapora rêxistinî ji aliyê cîgira hevseroketiya konfedraliyê Muna Zekeriya ve hat xwendin.

Di dawiyê de encamname ji aliyê Nesrîn El Hesen ve hat xwendin û wiha ye:

Civînên mehane yên dorveger yên nivîsgeh û koordînasyonê werin lidarxistin, rêveçûna xebatê were şopandin, çareserî ji tevahî pirsgirêkên di navbera yekitî û saziyên Rêveberiya xweser werin dîtin, amadekariyên guncaw ji bo tevahî endamên pispor ji bo nûnertiya yekitî û rêxistinan di meclisên neteweya demokratîk de werin amadekirin, xebitîna li ser pêkanîna çalakiyên têkildarî yekitiyan li ser asta cîhanê. Xurtkirina mekanîzmaya hevkariyê bi tevahî rêxistin û yekitiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xebitîna li ser amadekirina lidarxistina kongre û konferansên ji bo rêxistin û yekitiyan li gorî rêziknameyan û jinûve sazûmanî di ber çavan re were girtin. Cihên vala yên hevserokatiyan ji bo parastina nûnertiya her du zayendan û pêkhateyan, aktîvkirina Nivîsgeha Têkiliyên Derve û Nivîsgeha Perwerdê ya Konfedraliyê, lidarxistina atolye li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo temamkirina bernameya atolyeyên xebatê yên berê, temamkirina amadekariyên ragihandina kluba ciwanên çanda civakî, pêkanîna gerên rêxistinî û lidarxistina civînên taybet bi jin û ciwanan di tevahî rêxistin, yekitî, komele û odeyan de, lidarxistina civînên amadekar ji bo hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û amadekirina bername û çalakiyan, xebitîna li ser geşkirina rewşa aboriyê di rêxistin û yekitiyan de bi piştgiriya projeyên aboriyê, pêkanîna bername û çalakiyeke taybet bi hişyariya ekolojiyê, vekirina dewreyên perwerdê yên meslekî ji bo tevahî yekitiyan bi lidarxistina atolyeyên taybet bi ciwanan.

(mh/fr)

ANHA