Li dijî Yemenê êrişên DYA û Brîtanyayê

DYAˈyê û Brîtanyayê li gelek deverên Yemenê êriş pêk anîn.

Li dijî Yemenê êrişên DYA û Brîtanyayê
9 ÇILE, 2025   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El Mesîra ya li girêdayî Hûsiyan, ragihand ku li herêma Cerban a li parêzgeha Senayê 2 êriş û li avahiya rêveberiyê ya El Lehiya ya parêzgeha Hudeyda ya li rojavayê Yemenê jî êrişek hatin kirin.

Heman televîzyonê diyar kir ku avahiya rêveberiyê ya Herf Sufyan a li parêzgeha Omran a li bakurê Yemenê jî 3 caran hat bombebarankirin. Lê der barê windahiyan de tu agahî nehatin parvekirin.

(bb)