Kongreya nîştimanî ya li Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da dosyaya Sûriyeyê û hilbijartinên serokkomariyê yên Lubnanê.

Kongreya nîştimanî ya li Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
9 ÇILE, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Sûriyeyê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hatiye nivisandin: "Mehek derbas bû ku hikumeta nû dest bi erkên xwe kiriye. Divê em realîst bin, dema em behsa lidarxistina kongreya diyalogê ya nîştimanî dikin, nemaze şert û mercên li welêt îstîsna ne û hejmareke mezin a Sûriyeyiyan li derveyî welêt in."

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku amadekariyên avakirina komîteya amadekar a kongreyê berdewam in û hate gotin, divê ev komîte bi lez neyê avakirin da ku ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin,"Nîqaş di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bi awayekî aşkera û veşartî berdewam in. Tê pêşbînkirin ku hezar û 200 kes tev li kongreyê bibin, lewma lidarxistina vê kongreyê hewldan û sebreke mezin dixwaze."

Di nûçeyê de îşaret bi encamên kongreyê hate kirin û hate nivisîn: "Gelo kongre dê ji aliyê Sûriyeyan tev de bê qebûlkirin an na? Ev girêdayî çend şertan e; nûnertiya herî kesî di kongreyê de hebe ku pirrengiya civaka Sûriyeyê nîşan dide. Diyalogeke rastîn li ser pirsgirkên li welêt di pêvajoya demkî de çêbe. Divê aliyên tev li diyalogê bibin  li gorî encamnameya wê kar tevbigerin bin. Teqez piştgiriya navneteweyî û erebî ji bo biserxistina kongreyê, roleke xwe ya girîng heye."

Di nûçeyê de hate gotin, "niha zehmet e bê zanîn ka kongre çi qas demê bixwaze heta ku çareseriyên ji aliyê her kesî ve bên qebûlkirin, bi dest bixe yan jî pêşkêş bike, ev girêdayî rewşa siyasî û civakî ya li Sûriyeyê û hevkariya aliyên cuda ye."

Li gorî rojnameyê, eger tevahî sûriyayî fêm bikin ku nikare ji cîhana derve cuda bijî û aliyên sûriyeyî desthilatdariyê wek xenîmet nehesibînin, dê bikare vê aloziyê derbas bike.

‘LUBNAN LI SEROKEKÎ DIGERE’

Rojnameya El Xelîc behsa hilbijartinên serokkomariyê yên Lubnanê kir û wiha nivisî: "Parlamentoya Lubnanê îro ji bo hilbijartina serokkomarê 14`emîn deriyên xwe vedike."

Rojnameyê bal kişand ser şert û mercên Lubnan tê re derbas dibe, encamên şerê Îsraîlê li welêt û geşedanên nû li herêmê, guhertina pergala Sûriyeyê. Li gorî rojnameyê "Van geşedanan bandorek neyinî li rewşa Lubnanê kiriye ku bi xwe di nava aloziyên aborî û ewlehiyê yên dijwar de ye. Lewma pêwîstî bi serok  heye ku bikare bi awayekî erênî bi van geşedanan re mijûl bibe û Lubnanê ji vê aloziyê derxe."

Rojnameyê diyar kir ku li pêşiya hilbijartina fermandarê artêşê astengiyek heye û ji bo ku bê guhertin divê guhertinek di destûrê de bê çêkirin. Hat bi bîrxistin ku sala 1989`an fermandarê artêşê yê wê demê Îmêl Lehûd bû serok û sala 2008`an fermandarê artêşê Mîşêl Silêman jî bû serok.

Li gorî rojnameyê, "çavê her kesî li Cozêf Ewn e û dê di saetên pêş ên beriya hilbijartinê de peywendî di asta herî jor de bin, ji bo ku parlamento li ser hilbijartina serokekî li hev bike. Lê diyar e ku heta niha fermandarê artêşê yê herî bi şans e, nemaze ku aliyê şîe ragihandiye ku li dijî fermandarê artêşê veto bi kar nayne. Lê heke fermandarê Hêzên Lubnanê Semîr Cece kete pêşbirka hilbijartinên serokatiyê, wê demê dê vetoyê bi kar bîne. Ji vir diyar dibe navê herî tê qebûlkirin fermandarê artêşê ye."

(şx/bb)