Ferhan Hec Îsa: Em li vir in û dê li vir bimînin

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got ew ê li bendavê bin, herêm û avahiyên xwe biparêzin.

Ferhan Hec Îsa: Em li vir in û dê li vir bimînin
9 ÇILE, 2025   11:02
BENDAVA TIŞRÎNÊ
DICLE EHMED

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeva xwe li bendava Tişrînê derbas kir. 

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Firatê Ferhan Îsa di nava şêniyan de ye. Îsa ji ajansa me re behsa şeva li bendavê kir û got: "Duh êrişeke dijwar li ser bendavê hebû. Metirsî hebûn ku dewleta Tirk careke din şêniyan bike hedef, lê şêniyan bi coş nobeta xwe girt."

Hec Îsa wiha domand: "Dijmin, her kesê li ser vê axê dimeşe dike hedef. Lewma karwanê şêniyan duh topbaran kir û di encamê de gelek hevalên me şehîd bûn."

Bi hezaran pêkahteyên Kurd, Ereb, Suryan ên kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk li ser bendavê û parastina bendavê bikin, berê xwe dabû bendavê. Lê dagirkeran karwanê sivîlan bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Hec Îsa êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî ya li hember van êrişan û komkujiyên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê şermezar kirin.

Hec Îsa wiha pê de çû: "Em li vir in û dê li vir bin. Em bi gel û biryara wî re ne. Em ê bi şervanên xwe herêm û avahiyên xwe biparêzin. Bi hezaran şêniyên herêmê li bendavê ne. Ez bang li her kesî dikim ku tev li nobetê bibin."

(şx)