Li dijî xiyanet û dagirkeriyê banga yekitiyê

Şêniyên bajarên kantona Cizîrê tevkariya PDK`ê ya bi dewlet Tirk re şermezar kir û bang li partiyan kir ku li dijî dagirkerî û xiyanetê helwesteke cidî nîşan bidin.

Li dijî xiyanet û dagirkeriyê banga yekitiyê
23 îlon, 2024   05:10
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin, li dijî dagirkerî û xiyanetê jî bang li hêz û partiyên Kurdan kirin.

Siyamend Mihemed ji gundê Girê Berî yê bajarê Girkê Legê ye got, armanca dewleta Tirk a  dagirker ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê û dagirkirina Kurdisanê ye.

Mihemed girêdana PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wiha domand: "PDK`ê ji destpêkê ve li dijî gelê Kurd e. Em vê yekê qebûl nakin. Divê em li hember PDK`ê bibin yek."

Wehîde Mihemed jî bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyaneta xwe û girêdana bi dewleta Tirk re berde û got, dewleta Tirk dixwaze gelan ji hev dûr bixe.

Mistefa Remadan jî banga piştgiriya gerîla kir û got: "Divê em li hember xiyaneta PDK`ê û tevkariya wê ya di êrişên  dewleta Tirk ên li ser gerîla de yek bin."

Fatme Keleş a ji Dirbêsiyê got: "PDK`ê ya li ser hesabê gelê Kurd û Kurdistanê berjewendiyên xwe û yên dijmin pêk tîne, destê wê di xwîna gelê Kurd de heye. Divê her kes têkiliyên xwe pê re qut bike."

Fatme bang li partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK`ê û dagirkeriyê bibin yek û helwesteke neteweyî ya yekbûyî nîşan bidin.

Fatme bang li gelê Başûr jî  ku li hember xiyaneta PDK`ê ya li dijî gelê Kurd serî hildin.

Dîlber Şemo got gelê Kurd ji bo azadiya xwe tê dikoşe lê PDK`ê piştgiriya dijmin dike û aşkera xiyanetê li gelê Kurd dike.

Dîlber helwesta partiyên li Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: "Çima heta niha ti helwestek li hember xiyaneta PDK`ê nîşan nedane? Divê tevahî partiyên kurdî li dijî PDK`ê helwest nîşan bidin û wê boykot bikin."

Mihemed Nebî Kutê yê ji Dirbêsiyê anî ziman ku PDK`ê û malbata Barzanî di şerê li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê de rola xiyanetê dilîzin û wiha pê de çû: "PDK`ê bê îrade ye, nikare nûnertiya gelê Kurd bike. Ji bo azadiyê, yekitî û hevgirtina bi gel re pêwîst in. Lê malbata Barzanî ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk, Hewlêr kiriye navenda şerê taybet ê li dijî gelê Kurd."

(şx)

ANHA  

  girkê legê

Dirbêsiyê