Şagirtên Şehîd Seyît Evran: Em ê mîraseya wî biparêzin

Şagirtên rojnamevan şehîd Seyît Evran diyar kir ku şehîd Seyît Evran  bi evîndarê azadiyê û sembola ragihandina demokratîk bi nav kir û gotin, dê mîraseya wî biparêzin.

Şagirtên Şehîd Seyît Evran: Em ê mîraseya wî biparêzin
23 îlon, 2024   03:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Şoreşger û rojnamevan Seyît Evran ku yek ji stûnên çapemeniya azad li  Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 22’yê Îlona 2023’yan ji ber krîza dil şehîd bû.

KUREJIYANA JIYANA ŞEHÎD SEYÎT EVRAN

Seyît Evran di sala 1969'an de li navçeya Hênê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Şehîd Seyît di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku bapîrê wî yek ji şoreşgerên şoreşa Şêx Seîd bû. Şehîd Seyît jî jiyana xwe li ser rêgezên têkoşîna lêgerîna li heqîqetê û parastina gelê xwe û doza wî domand. Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwend, pêşenga çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz nas dike ku wê jî li heman zanîngehê dixwend. Di sala 1990’î de li Amedê tev li nava refên têkoşîna azadiyê dibe.

Seyît Evarn ku yek ji damezîrnerên Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) ye, ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heya çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna ragihandina heqîqetê da meşandin. Her wiha kadorên pispor ên çapemeniya azad ava kirin.

TÊKOŞÎNA WÎ YA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Wexta ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, Seyît Evran ji çiyayê Kurdistanê tê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li vir hem pêvajoyên şoreşê ji cîhanê re ragihand û û hem jî nifşek ji kadroyên çapemeniya azad ava kir.

Di 2013’an rojnamevan Seyît Evran berî da bajarê Efrînê ku wê demê nû ji bermahiyên hikumeta Şamê hatibû rizgarkirin û bingehê Rêveberiya Xweser hatibû danîn. Gava yekemîn a Seyît Evran li herêmê avêt damezirandina Akademiya Ragihandina Demokratîk a Azad bû ku bi sedan rojnamevan ava kir.

Ji şagirtên şehîd Seyît Evran, rojnamevan Zekeriya Şêxo diyar kir ku şehîd Seyît bingeha avakirina artêşeke rojnamevanan li Efrîn û gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danî û got, li vir rojnamevanên ji aliyê Seyît Evran perwerde nedîtiye û ji ezmûnên wî sûd wernegirtine nin in.

Zekereya Şêxo bi van gotinan hin bîranîna berî 11 salan a hevdîtina xwe ya bi rojnamevan Seyît Evran re bi bîr xist "Berî 11 salan bû, Seyît Evran li Akademiya Ragihandina Demokratîk a li gundê Meydanê yê herêma Efrînê perwerde dida. Dema dayîna dersê pênûsa xwe avêt erdê. Ji bo pênûsa xwe rahijê xwe daxist û çend deqeyan li pişt maseyê xwe daxistibû. Em jî bi bêdengî û matmayî li benda wî bûn. Piştî çend deqeyan rabû û ji me pirsî hûn çima li vir in? me got ji bo em bibin rojnamevan. Bersiva me da û got, ’rojnamevan divê meraqçî bin, tîhê derxistina heqîqetê bin, lê we tu helwest nîşan nade.’ Bi rastî ev rexne bandoreke erênî li avakirina kesyaeta me wekî rojnamevan kir."

SPONSERÊ ROJNAMEVANAN Û AVAKARÊ EDÎTORAN

Seyît Evran piştî ku li Efrînê bi sedan rojnamevan ava kir di dawiya 2015’an de berî da herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Firatê rojnamevan û nivîskar Idîrs Henan yek ji şagirtên şehîd Seyît Evran e anî ziman ku şehîd Seyît şoreşgerek, têkoşerek û evîndarekî azadiyê bû, wate û pîvaneke bedew dida mîraseya Mazlûm Dogan, Gurbettelî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û Qasim Engîn û bi dehan şehîdên heqîqetê yên Kurdistanê.

’MAMOSTEYEKÎ DILNIZIM BÛ’

Zekereya Şêxo anî ziman ku şehîd Seyît di hevdîtinên xwe de hezkirina xwe ya ji bo bicihanîna xeyalê xwe yê avakirina ragihandina azad li gelemperiya Kurdistanê parve dikir û got: "Şehîd Seyît bi alîkar û piştgirdayînê kesayetên azad ava dikir. Dihişt ku em lawaziyê hîs nekin. Gelekî dilnizim bû û bandoreke mezin li me kir."

Zekereya Şêxo, şehîd Seyît Evran bi sembola ragihandina demokratîk a azad bi nav kir û got dê heta dawiyê têkoşîna wî bidomînin.

’EVRAN YEK JI STÛNÊN RAGIHANDINA AZAD E’

Idrîs Henan bi domdarî got: "Bi rastî şehîd Seyît Evran mamosteyekî hêja bû û kesekî merd bû. Ezmûnên xwe bi derdorê re parve dikir. Hemû xebata wî ji bo avakirina qadeke ragihandinê ya bi hêztir bû. Di aliyê meslekî û avakirina kesayetî de me fêrî gelek tiştan kir. Ez dikarim wî wekî berdewama mîraseya Apê Mûsa di çandina tovê ragihandina azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pênase bikin."

Idrîs Henan diyar kir ku ew mîraseya şehîd Seyît Evran biparêzin û peyama wî bi cih bînin.

(bb)

ANHA