`Bi xwendina pirtûkên Rêbertî pirsgirêkên îdarî çareser dibin`

Rêveberên saziyan diyar kirin ku bi saya xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hişmendiya wan pêş ketiye û pirsigrêkên îdarî çareser dikin.

`Bi xwendina pirtûkên Rêbertî pirsgirêkên îdarî çareser dibin`
23 îlon, 2024   04:10
EYN ÎSA

Rêveberên saziyên Meclisa Bajarê Girê Spî ku li gorî koman pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin diyar kirin ku xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ne tenê zanînên mirov têkildarî hin dozên fikrî, gelan û civakan zêde dikin, lê belê reftariyên kesan çi di jiyana civakî ya rojane de yan jî karê di nava saziyan de, rast dikin û bi pêş dixin.

Rêveberan  ku ji ajansa e re axivîn dan zanîn ku gelek sûd ji xwendina van parêznameyan wergirtine û navaroka wê li ser erdê pratîk dikin.

Endamê rêveber ê meclisê Îsa Mihemed Mehmûd anî ziman ku ew niha pirtûka çaremîn a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" a bi navê "Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" dixwînin. Mehmûd diyar kir ku pirtûka mijarên wekî avabûna mirovahiyê, alozî, şer û encamên wê, derketina desthilatê, ezeztî, kareset û kaosên cîhanî ku pergala kapîtalîst derxistine, şîrove dike.

Mehmûd wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku em derbasî pergala demokratîk a pirreng û hevbeş bibin, rêgez û pîvan danîne. Ev rêgez, tevahî cureyên desthilatdariyê ji holê radikin. Ji ber wê, bi xwendina van pirtûkan me ramanên wî ji nêzîk ve nas kirin. Em gihaştin wê qenatê ku divê fikir û felsefeya wî bidin jiyîn."

Mehmûd îşaret pê kir ku endamên saziyan ên ku parêzname xwendine, li xwe û reftariyên xwe vegerîn û encamên şaştiyên ku kirine muqeyese kirin. Mehmûd ev li gotinên xwe zêde kirin: " Endamên saziyan nûnerên gelên xwe ne û rêgeza demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daniye, temsîl dikin. Endam niha jî hewl didin wan kêmasiyan derbas bikin da ku berpirsyariyên xwe baş nas bikin, xizmetê pêşkêşî gel bikine û li gorî hêviyên gel bin. "

Mehmûd di dawiyê de xwest ramanên Rêber Abdullah Ocalan bikevin meriyetê û got, "Ev raman dermanê her pirsgirêkeke rêveberî ye. Ya girîngtir hişmendiyê diguhere, bawerî û rihê berpirsyariyê xurttir dike."

Endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Bajarê Eyn Îsayê Xense Mihemed got: "Li gorî bernameya ku rêveberiyên meclisê amade kiriye, me dest bi xwendina pirtûka çaremîn kiriye. Em her bendekê nîqaş dikin, nêrînên xwe bi hev re parve dikin da ku baş fêm bikin û bixin meriyetê. Di heman demê de da ku fikrên şaş ên ku civakan wêran dikin ji holê rakin."

Xense da zanîn ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkan re kilîta çareseriyê ne û got: "Divê her kes van ramanan nas bike û li ser erdê pêk bîne. Bi rêya van pirtûkan, em desthilatdarî, ezeztî û bîrokratiya ku pergalên berê di nava saziyên rêveberî û xizmetguzarî de afirandine çareser dikin."

(şx)

ANHA