Li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş

Komeke nenas li bajarê Hîsan ê Dêrazorê êriş erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di encamê de 2 şervan birîndar bûn ku li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş
16 tîrmeh, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li bajarokê Hîsan ê Dêrazorê erebeyeke wan hatiye hedefgirtin.

Navendê ev agahî parve kiri: “Ji ber hemleya sîstematîk a tehrîdê li dijî hêzên me, Rêveberiya Xweser li seranserî herêmên me, hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro piştî nîvro saet di 15:00’an de, kesên nenas erebeyeke hêzên me dema ku di nav bajarokê Hîsan ê gundewarê Dêrazorê re derbas dibû, hedef girtin.

Êrişkaran, bi rêya motosîklêtê êriş kiriye û rasterast gule li erebeyê berandiye. Di encamê de  endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endameke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Ji birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê yekser birin nexweşxaneyê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aliyên ku gotinên nefret û tehrîdê li dijî saziyên Rêveberiya Xweser belav dikin, wan ji ber vê êrişa tirsonek berpirsiyar dibînin. Em tekez dikin ku hêzên me bê dudilî dê kar û erka xwe ya parastina ewlehiya giştî û parastina jiyana welatiyan bidomînin.

Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bikin û dema tevgereke bi guman dîtin, yekser agahî bidin wan.”

(şx)