Li dijî Balyozxaneya Iraqê êriş

Li Stenbolê li dijî Balyozxaneya Iraqê êriş hat kirin.

Li dijî Balyozxaneya Iraqê êriş
22 adar, 2025   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê du kesên bi motosîkletê, bi çekan gule li Balyozxaneya Iraqê barandin. Her du kesên êrişî avahiya li Şîşliyê kirin, bi motosîkletê ji cihê bûyerê dûr ketin. Di bûyerê mirî yan jî birîndar çênebûn. Piştî bûyerê polîsan dora balyozxaneyê girt.

Hat zanîn ku Iraqê di mîsyonên xwe yên li Enqere û Dîlokê de jî tedbîr girtine.