Jinên ji Siwêdayê beşdarî Newrozê bûne; ‘Em bi vê derfetê gelekî kêfxweş in’

Yek ji jinên ji Siwêdayê ku cara yekemîn Newrozê bi gelê Kurd re pîroz dike, destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê wan derfeta beşdarbûnê dît û got gelê li Sûriyeyê hêjayî kêfxweşiyê ye.

Jinên ji Siwêdayê beşdarî Newrozê bûne; ‘Em bi vê derfetê gelekî kêfxweş in’
22 adar, 2025   12:12
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Hejmareke jinên ji bajarê Siwêdayê duh bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Qamişlo bûn. Yek ji wan çalakvan Rîham Ferhat ku yekem car e cejna Newrozê bi gelê Kurd re pîroz dike, hest û nêrîna xwe bi ANHA`yê re parve kirin.

Rîham Ferhat diyar kir ku ew ji bo beşdarî Newrozê bibin û kêfxweşiya gel bibin, hatine qadê û ev yekemîn cejn e piştî hilweşandina rejîmê. Rîhamê got wan ji zû ve Newroz bihîstibû, lê ji ber astengiyên di dema rejîmê de ku girtin û lêpirsîn hebû, nekarîn beşdar bibin û wiha dewam kir: “Niha derfeta me ya beşdariya di vê cejnê de bi gelê Kurd re çêbû, em gelekî kêfxweş in.”

Rîham Ferhat da zanîn ku kêfxweşî layiqî hemû gel, pêkhate, bawerî, ol û neteweyên li Sûriyeyê ye, ev gel hêjayî kêfxweşiyê ye û di nava ewlehî û aştiyê de bijî û wiha dewam kir: “Me ji destpêka şoreşa xwe ya li Sûriyeyê ve gotiye gelê li Sûriyeyê yek e, tevî hemû zext û aliyê ku yekitiya gel nexwest jî, dê gelê li Sûriyeyê yek be.”

Rîham Ferhat bal kişand ser zext û sûcên rejîma Baasê û diyar kir ku di nava gelê Sûriyeyê de tevlihevî derdixist, lê ew dibînin ku cudahî di navbera wan de tune ye û got: “Herî zêde gelê Sûriyeyê di kêfxweşî û xemgînbûnê de wekî hev e. Çîrokên kêxweşî, êş û serkeftinê bi hev re ne.”

Rîham Ferhat destnîşan kir ku li Sûriyeyê divê jin rola xwe bi awayeke giştî bi dest bixin, neyên paşguhkirin, lê niha di danezana desthilata Şamê ya destûrê de jin tên paşguhkirin, wan jî wekî hemû jinên di nava şoreşê de berdêlên giran dan û wiha got: “Ji bo vê yekê ji mafê wê ye beşdarî avakirina dewletê bibin.”

Rîham Ferhat hêviyên xwe wiha anîn ziman: “Hêvî dikim ku em gel hev bêhtir nas bikin, ev kîna ku hatibû çêkirin ji holê rabe û em hemû yekdest û yekdeng bin.”

ANHA