Li Rojhilat 5 kes ji ber tevlî Newrozê bûn bin hatin binçakvirin

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava du rojan de 5 welatiyên xelkê Merîwanê, hatine binçavkirin. Her wiha hate gotin ku heya niha 150 kes ji ber ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, ji bo lêpirsînê hatine vexwendin.

Li Rojhilat 5 kes ji ber tevlî Newrozê bûn bin hatin binçakvirin
22 adar, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku beriya du rojan li Merîwanê 5 welatiyên bi navê Mihemed Eştek, Aram Nîkpeî û Mihemed Nîkpeî yên xelkê gundê Nê, Bîlal û Tehsîn Dardestî yên xelkê gundê Serdoş yên niştecihê Merîwanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Hate gotin ku her 5 welatî ji ber ku tevlî pîrozbahiya cejna Newrozê bûne, hatine binçavkirin.

Li gorî heman çavkaniyê di nava du rojan de îdareya Îstîxbarata Îranê ya li Merîwanê, bi sedema ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, bang li 150 welatiyan kirine û gef li wan hatiye xwarin.