Li Dihokê cihê petrolê hate bombekirin

Li gundê Çemankê yê Dihokê parzûngeheke petrolê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hate bombekirin.

Li Dihokê cihê petrolê hate bombekirin
1 nîsan, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên komên çekdar ên ser bi Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Divê çarçoveyê de, danê nîvro parzûngehek petrolê ya kompanyayek Amerîkê ya li gundê Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê, bi droneyan hate bombebarankirin.

Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin, lê tê gotin agir bi parzûngehê ketiye.