Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve

Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê pêngaveke tenduristiyê ji bo têkoşîna li dijî şewbê daye destpêkirin.

Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
Li dibistanên Hecînê kampanyayeke tenduristiyê li dar dikeve
4 kanûn, 2025   16:09
DÊRAZOR

Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê ya kantona Dêrazorê bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê însiyatîfeke tenduristiyê ji bo hişyarkirina xwendekarên dibistanan ji şewbên demsalî li dar xist.

Tîma tenduristiyê ku ji 20-30 endamên neweşxaneyê pêk tê, dest bi însiyatîfê kir. Tîmê taqîkirinên sereke ji xwendekaran re kirin û dermanên sereke ji bo rewşên sivik dan.

Tîmê her wiha mask û madeyên paqijker li xwendekaran belav kirin û rûniştinên hişyarîkirinê bi xwendekar û mamosteyan re li ser rêbazên têkoşîna li dijî nexweşiyê, li dar xistin.

Heta niha tîmê serdana 10 dibistanan kiriye, çaverê ye serdana hemû dibistanên bajêr bike ku hejmara wan 43 ye.

Armanc ji vê însiyatîfê parastina xwendekaran, peydakirina jîngeheke ewle ji bo wan û pêşîgirtina li belavbûna nexweşiyan e.

(mh)

ANHA