Li Eyn Îsayê şahiyek ji astengdaran re hat lidarxistin

Li Eyn Îsayê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, şahiyek ji astengdaran re hat lidarxistin.

4 kanûn, 2025   16:10
EYN ÎSA

Nivîsgeha Kar û Barên Civkaî û Karkeran a bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê şahiyek ji kesên astengdar re li dar xist.

Şahî li hola civînan a Meclisa Bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan astengdaran, şaneyek ji Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê û rûspiyên herêmê  hat lidarxistin.

Bi navê Navenda Astengdaran a Eyn Îsayê rêveberê navendê Ehmed El Ebid axivî û diyar kir ku ev roj ne şahiyek ji rêzê ye, lê belê nûjekirina berpirsyariya civakî ya li hemberî mafên astengdaran û piştgiriya wan e.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser Farûq El Maşî anî ziman ku ew girîngiyeke mezin didin astengdaran û gelek mînak li ser astengdaran hene ku karîn hişmendiya civakê biguherînin.

Şahî bi gotina helbest û stranan û belavkirina şîraniyan li astengdaran bi dawî bû.

(bb)

ANHA