Rêveberiya Xweser 8’ê Kanûnê kir betlane

Rêveberiya Xweser 8’ê Kanûnê anku salvegera rûxandina rejîma Baasê kir betlane.

Rêveberiya Xweser 8’ê Kanûnê kir betlane
4 kanûn, 2025   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê biryarnameyek derxist.

Di biryarnameyê de hatiye gotin ku roja Duşemê (8’ê Kanûnê) anku salvegera yekemîn a rûxandina rejîma Baasê, tevahî saziyên Rêveberiya Xweser dikin betlane.

Her wiha hate diyarkirin ku saziyên giştî yên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, di biryarnameyê de cih nagirin.

 (bb)