Li dibistaneke Şamê gengeşiyek veguherî bûyerek ewlehiyê

Efserekî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser gengeşiya di navbera kurê wî û xwendekarekî din de çêbûbû, gef xwarin ku nabe tu xwendekar an jî mamoste ji taîfeya Elewî derbasî dibistana "El Hukemaa" ya Şamê bibin.

Li dibistaneke Şamê gengeşiyek veguherî bûyerek ewlehiyê
22 cotmeh, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dibistana "El Hukamaa" ku berê navê xwe Basil El Esed bû, ya li taxa El Wirûd a Şamê, piştî gengeşiyekê di navbera 2 xwendekaran de, bûyerek ewlehiyê derket. Ji ber ku yek ji xwendekaran kurê efserekî hikumeta veguhêz e.

Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî ku bavê yek ji xwendekaran çû dibistanê û gef li rêveberiya dibistanê xwarin, ku nabe tu mamoste yan jî xwendekarên ji taîfeya Elewî bikevin dibistanê, gengeşî veguherî bûyereke ewlehiyê. Bi wê re di navbera kadroyên perwerdehiyê de metirsî çêbû.

Çavkaniyan diyar kir ku duh hejmarek ji mamosteyên jin ji dibistanê derketin û îro nehatin dewamê. Berpirsên ewlehiyê yên li herêmê destnîşan kir ku digel bûyerên ewlehiyê yên civakî di van demên dawîn de, ew nikarin rewşê kontrol bikin.

Herî dawî li taxa Cebel El Werd a Şamê çekdaran êrişî sivîlan kirin, dikan, erebe û motorsiklêt şikandin. Ev ji valahiya ewlehî û nebûna qanûnî ya hikûmeta veguhêz tê.

(ac/fr)

ANHA