Li rojhilatê Helebê teqîn; 2 kes mirin

Li gundewarê rojhilatê Helebê teqemeniya di erebeyekê de teqiya, bi wê re 2 kes mirin, erebe giştî şewitî û zirarên madî bi derdorê bûn.

Li rojhilatê Helebê teqîn; 2 kes mirin
22 cotmeh, 2025   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku li gundê Ezîziyê yê rojhilatê Helebê teqemeniya ku di erebeyekê de bû, teqiyan û di encamê de 2 kes mirinn û zirarên madî li derdorê çêbûn.

SOHR'ê diyar kir ku sedema teqînê nehatiye zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li rojhilatê Helebê her demekê ji ber teqemenî û mayînan teqîn rû didin.

(mh/fr)