Şêniyên Çilaxayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin

Şêniyên Çilaxayê berdewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya wî ya fîzîkî bê navber dewam bikin.

Şêniyên Çilaxayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin
23 cotmeh, 2025   06:17
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. 

Der barê mijarê de jina bi navê Selamat Remo got: “Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, dewam dike. Ev tecrîd jî beşeke Komploya Navneteweyî ye. Armanca komployê têkbirina îradeya gelê azadîxwaze e. Di heman demê de dixwazin doza kurdî û jinên azad tune bikin.”

Selamat Remo di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe planên wan têk birin û wiha dom kir: “Ji ber wê jî tecrîda li dijî Rêbertî îro jî dewam dikin. Ev kirinên wan berdewama komploya navdewletî ya li dijî fikrê rêbertî û pirojeya wî ya demokratîk pêk hatiye. Gelên ev fikir di esasê jiyana xwe girtine dest, dê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.”

Jina bi navê Tesnîm Ehmed nerazîbûna xwe li hember kirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û got: “Rêbertiya me sembola berxwedana ji bo azadiya gelan û bi taybet jinan e. Em ê binpêkirinên derheqî wî de têne kirin, tu carî qebûl nekin. Divê sazî û rêxistinên mafê mirovan destwerdana lezgîn bikin û dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin.”

Welatiyê bi navê Elî Xidir jî bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê navber dewam dike û ev tişt anî ziman: “Rêber Abdullah Ocalan esasê pirojeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan danî. Vê sîstemê parastin, hebûn û yekîtî daye gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em ê jî heta dawî li ser xeta Rêbertiya xwe bimeşin.”

Elî Xidir di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tekoşîna xwe bê navber dewam bikin û got: “Rakirina tecrîdê ji ser Rêbertiya me daxwazeke mirovî û exlaqî ye, em ê tu carî gavan jê paş ve navêjin. Divê her kes ji bo wê tekoşînê mezin bikin.”

(dc)

ANHA