Li deverên dagirkirî greva giştî û alozî

Li bajarokê Silûkê yê Girê Spî yê dagirkirî, li ser paşxaneya pevçûnên duh ên di navbera xelkê eşîra El Niêm û çeteyên "Siqûr El Sune" de, ku di encamê de kuştî û birîndarî çêbûn, greva giştî û alozî heye.

Li deverên dagirkirî greva giştî û alozî
28 gulan, 2025   22:02
NAVEDA NÛÇEYAN

Di encama şer û pevçûnên duh ên li bajarokê Silûkê yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî de, ku di navbera xelkê eşîra El Niêm û çeteyên "Siqûr El Sune" yên dewleta Tirk a dagirker de pêk hatiye 3 kes ji eşîra El Niêm û çeteyek hatin kuştin, her wiha 2 kes ji eşîra El Niêm û 7 çete birîndar bûn. Di pevçûnan de çekên navîn û giran hatin bikaranîn.

Li ser paşxaneya nakokiyên dawîn, çeteyan 2 ciwan ji eşîra El Niêm girtibûn û bi dar vekirin.

Bi vê yekê bîlançoya kuştiyên her du aliyan bû 6, û wiha ne; 5 ji eşîra El Niêm û çeteyekî "Siqûre El Sune".

Ji sibê ve, li bajarê greveke giştî heye; sûk û dibistana hatine girtin.

Girêdayî heman mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) şer û pevçûnên di navbera çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dagirkeriya Tirk û çeteyên “Hemzat” ên li Serêkaniya dagirkirî de, şopand.

(ac/fr)

ANHA