Çîrokeke bêhempa ya têkoşîna jinana a ji bo jiyanê

Yezî El Elî ya ji bajarokê Meskana yê kantona Tebqayê, çîrokeke têkoşînê ya balkêş ku mînaka sebir û îradeyê ye, afirandiye.

Çîrokeke bêhempa ya têkoşîna jinana a ji bo jiyanê
Çîrokeke bêhempa ya têkoşîna jinana a ji bo jiyanê
Çîrokeke bêhempa ya têkoşîna jinana a ji bo jiyanê
Çîrokeke bêhempa ya têkoşîna jinana a ji bo jiyanê
Çîrokeke bêhempa ya têkoşîna jinana a ji bo jiyanê
29 gulan, 2025   08:05
TABQA

Yezî El Elî (60) bi dasa xwe, li hemberî şert û mercên zehmet ên jiyanê li ber xwe da û ji civaka xwe re îspat kir ku jin bi îradeya xwe bêyî ku li benda alîkariyê bin, dikarin destkeftiyan pêk bînin. Yazî piştî mirina hevjînê xwe ji bo debara malbata xwe bike, 20 sal e karê çandinî û sewalkariyê dike.

Kurê wê yê mezin Îbrahîm (38) dema ku di refa heftan de dixwend, bi nexweşiyekê ket û ji ber wê nikare tev bigere, birayê wî Ehmed (25) jî zaroktiya xwe de nikare bimeşe. Tenê keça wê bûye piştgir û palpişta sereke ya dayika xwe û di karê zeviyan û sewalkariyê de alîkariya wê dike û karên kirîna tov û firotina berheman dike û vê têkoşîna bi rûmet berdewam dike.

Yazî bi nexweşiya dil ketiye lê dîsa jî bi hilatina rojê dest bi kar dike, heta nîvro bê westan dixebite. Dûre ew li tenişta mala xwe navbereke kurt digire da ku bi kurê xwe Îbrahîm re mijûl bibe, berî ku vegere ser karê xwe heya êvarê.

Yazî bi çend hevokan tevahiya rêwîtiya xwe vegot: "Em dixebitin ku bi xwîn û xwêdana xwe debara xwe bikin. Em destê xwe dirêjî tu kesî nakin.”

Yezî El Elî bûye sembola jinên têkoşer, mînaka zindî ya sebir û berxwedanê. Çîroka vê jinê ne tenê tê vegotin, her wiha îlhamê dide jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(k)

ANHA