Dengê jinan li ser ekranên mezin de bilind dibe

Qada çandî ya li bajarê Qamîşloyê şahidiya bûyereke sînemayî ya nimûneyî li Sûriyeyê ye. Li bajêr ev çend roj e Mîhrîcana Filman a Nûjiyan ku yek ji platforên hunerî yên jinan li herêmê ye û gaveke nimûneyî ya xurtkirina jinan di sînemayê de ye, dest pê kiriye.

Dengê jinan li ser ekranên mezin de bilind dibe
29 gulan, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 25'ê vê Gulanê ve bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê bûye qada sînemaya zindî, afirînerî û tecrûbeyên jinan derdixe pêş. Di mîhrîcanê de 37 fîlm û belgefîlmên ji Kurdistan, Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropayê heta 31’ê Gulanê tên pêşandan.

Di fîlman de bal li ser pirsgirêkên jinan tê kişandin, û çîrokên wan bi nêrîneke mirovî, siyasî û civakî tên vegotin. Bi vê yekê tê aşkerakirin ku jin ne tenê lehengê çîrokê ye, lê çîrokê çêdike, derhênera hûrgiliyên wê ye û nivîskara dawiya wê ye.

Ev cara yekê ye ku li Sûriyeyê mîhrîcaeke jinan bi vê mezinahiyê û bi vê pirrengiyê tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de banga jinan a çalakkirina rola wan di sînemageriyê de û vekirina derfetê ji wan re ji bo ku têkoşîn, xewn, pirs û bêdengiya xwe vebêjin, bilind dibe.

Ev cara yekem li Sûriyeyê mîhrîcaneke jinan a bi vî mezinahî û bi vî pirrengiyê tê lidarxistin, ku xaleke werçerxî ya çandî nîşan dide û dengekî jinan ê cîhanî nîşan dide. Çalakiyên wiha hewl didin rola jinan di çêkirina sînemayê de ji nû ve saz bikin, derfetek guncaw ji wan re bê dayîn ku têkoşîn, xewn û pirsên xwe vedibêjin.

Mîhrîcana Nûjiyan yek ji tora mîhrîcanên jinan ên cîhanê ku sînemayên jinan nîşan dide, pêk tê:

Li bajarê Toronto yê Kanadayê Mîrhîcana "Women's Eye" anku Çavê Jinê wekî kevintirîn mîhrîcanên fîlmên jinan tê naskirin û di 2001'an de hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de tenê xebatên ji derhêneriya jinan tên pêşkêşkirin û bal li ser çîrokên jinan û zehmetiyên ku di pîşesaziyê de li pêşiya wan derdikevin, tê kişandin.

Li Taywanê Mîhrîcana " Women Making Waves" anku Jin Pêlan Çêdikin, heye Diafirînin heye. Ev mîhrîcan di 1993'yan de dest pê kir. Di mîhrîcanê de fîlmên li ser pirsgirêkên jinan ên li ser asta xwecihî û cîhanê tên pêşandan.

Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Seoul a Navneteweyî ya li Koreya Başûr jî heye, wê di 1997'an de dest pê kir û wekî platforma sereke ya piştgiriya jinên derhêner ên serbixwe û balkişandina ser zayendperestiyê tê naskirin.

Li Gana ya Afrîkayê Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Ndefa heye û wê jî di 2017'an de dest pê kir. Di mîhrîcanê de afirîneriya jinên Afrîkayê, pirsgirêk, maf, kultûr û çîrokên wan û tundiya ji ber zayendperestiyê, tên nîşandan.

Li Rojhilata Navîn, li Misrê Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Eswanê ku di 2017'an de dest pê kir, wekî mîhrîcana jinan a yekemîn li ser asta Misrê tê naskirin. Mîhrîcan dozên mîna tundî, wekhevî û serxwebûna aborî tên nîqaşkirin.

Li Qahîreyê jî Mîhrîcana "Eastern Western Women Film Fest" Fîlman a Jinên Rojhilat û Rojava heye û tê de tecrûbeyên jinan ên ji çandên cuda bi armanca veguhastina çandî ya jinan tên pêşkêşkirin.

Li Beyrûtê Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Beyrûtê ya Navneteweyî heye. Mîhrîcan di 2016'an de dest pê kir û roleke girîng di balkişandina ser pirsgirêkên rizgarî û wekheviyê de lîst. Di dawiya mîhrîcanê de derhêner, wênekêş û lîstikvanên jin tên xelatkirin.

Ji Qamişloyê heta bi Torontoyê, ji Taipei heta Beyrûtê, çîrokên jinan di mîhrîcanên ku wan bi xwe afirandine de li hev dicivin, wan vediguherînin qadên azad ku rastiyên wan, xewnên wan û xwesteka wan a ji bo sînemayê wekî amûrek ji bo guhertinê nîşan didin.

Di cîhanekê de ku hîn tê de kamera di destên zilaman de ne, ev mîhrîcan lensên nû yên jinan vedikin.

(mh/fr)