Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan

Şêniyan kantona Firatê bi boneya salvegra êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û êrişên hikumeta demkî yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya QSD`ê meş li bajarê Kobanê hat li darxistin.

Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişan meşiyan
18 ÇILE, 2026   13:49
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi boneya salvegra êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û ji bo şermezarkirina êrişên hikumeta demkî yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya QSD`ê meş hat li darxist.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyê Şehîd Ziyad Heleb û Avista Xabûr û ên birîndaran, alên QSD û YPJ`ê hatin hildan û şêniyan bê navber dirûşmên "Berxwedan jiyane","Bêjî berxwedana QSD û YPJ`ê","Na ji îxanetê re" berz kirin.

Meş li qada Aşitî rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Mislim êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Dîrok her tim xwe dûbare dike. Çawa ku me di 2014`an de me çeteyên DAIŞ`ê têk bir, em her tim wê dijmin têk bibin. Em ê her tim ji bo parastina gelê xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin. Em ji hêza xwe bawin ku her tim li pişta şervanên xwe bin û bi hev re djimin têk bibin. Tişta ku ji me tê westin, divê em biratiya xwe ya gelan xurtin bikin."

Enwer Mislim destnîşan kir ku divê dewletên Navdewletî li gorî hevpemnanên ku hetî îmzekirin êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin rawestandin.

(sş)

ANHA