Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 

Beriya çend kêliyan Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê bi beşdariya beşên cuda yên civaka herêmê dest pê kir. Dê kongre bi biryaran bi dawî bibe.

Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 
Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 
Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 
Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 
Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 
Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 
Li Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê 
22 cotmeh, 2023   11:39
DÊRAZOR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê “Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê” li dar xist. 

Li gorî organîzatorên kongreyê, armanc ji kongreyê guhdarîkirina daxwazên xelkê Dêrazorê, nîqaşkirina astengiyên beriya lidarxistina kongreyê derketine, aktîvkirina hevkariyê, avakirina sazûmaniyeke rêveberiyê û xurtkirina hêza ewlehî û leşkerî ye.

Kongre li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma 7 kîlo tê lidarxistin, nûnerên meclisên herêmên rojhilat, rojava û bakurê Dêrazorê, nûnerên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, partiyên siyasî, jin, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê û hejmareke kesayetên naskirî yên herêmê amade bûne.

Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed û rûspiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdar dibin.

Kongreyê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, dê di kongreyê de rewşa siyasî, xizmetguzarî û aborî li Dêrazorê, rêveberiya rast, pêşniyar û biryar bên nîqaşkirin.

Tê destnîşankirin ku beriya lidaxistina kongreyê Rêveberiya Xweser rêzcivîn ji şêniiyên herêmê re li dar xistibûn û ji bo pêşxistina Rêveberiya Sivîl li Dêrazorê û xurtkirina ewlehiya herêmê nêrînên wan guhdarî kiribûn.

(c)

ANHA