Baregeha Eyn El Esed hat hedefgirtin

Ajansa Reutersê ragihand ku baregeha Eyn El Esed a li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bi êrişa moşekan re rû bi rû maye.

Baregeha Eyn El Esed hat hedefgirtin
22 cotmeh, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûeçya Reutersê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ragihand artêşa Amerîkayê aşkera kiriye ku bi moşekan êrişî baregeha Eyn El Esed hatiye kirin û dengê teqînan hatiye bihîstin. Tê destnîşankirin ku li baregeha Eyn El Esed a parêzgeha Enbarê hêzên Amerîkayê û hêzên navneteweyî hene. 

Lê der barê zirar û ziyanên canî û madî de tu agahî nehatine parvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku di nava du rojên borî de baregeha Eyn El Esed du caran rastî êrişa balefirên bêmirov û biçek hat. Pentagonê daxuyand ku di encama êrişa beriya çend rojan de alîkarekî hêzên hevpeyman jiyana xwe ji dest daye. Piştî êrişan, di 20’ê Cotmehê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Ebas serdana baregehê kir.

(fr/c)