Hizbullah ket xeta şerê Hemas û Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku Hizbullah hewl dide li ser sînor şer derxîne û hişyarî da ku dê Lubnanê bixe nava şer.

Hizbullah ket xeta şerê Hemas û Îsraîlê
22 cotmeh, 2023   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl û tevgera Hemasê 16 roj in didome.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji 7`ê Cotmehê ve 4 hezar û 385 welatiyên Filistînê hatine kuştin, 13 hezar û 561 jî birîndar bûne.

Her wiha zêdetirî hezar û 400 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin ku piraniya wan di roja yekemîn a operasyona Hemasê de hatin kuştin. Li gorî artêşa Îsraîlê, dibe ku hejmara dîlgirtiyên wan 203 kes be.

Artêşa Îsraîlê jî Hizbullah bi hewldanên derxistina şer li herêma sînor tawanbar kir û ev hişyarî da: “Dê Lubnanê bixe nava şer.”

(c)