Li Dêrazorê ji bo 235 kargehan alîkarî hat kirin

Di çarçoveya pêşxistina aboriye de, Komîteya Aborî ya kantona Dêrazorê kedên mezin ji bo piştgiriya karê 235 kargehên pîşesazî dide.

15 nîsan 2024   05:06
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Komîteya Aborî ya kantona Dêrazorê ji bo pêşxistina xebatên pîşesazî û pêşxistina cûreyê hilberînê alîkarî ji bo 235 kargehên pîşesazî pêşkêş kirin. 

Bi vî awayî jî derfetên kar ji bo hezar û 500 malbatên kantonê tên peydakirin

Hevseroka Gerînendetiya Pîşesaziyê ya kantona Dêrazorê Fatme El Şêx got: "Gerînendetî gerên xwe yên rotîn pêk tîne da ku pêdivî û zehmetiyên kargehên pîşesazî yên belgekirî nas bike û ji wan re çareseriyan, madeyên sereke û sûkên ji bo derxistina berhemên xwecih peyda bike."

Fatme El Şêx diyar kir ku li gor belgeyên şaredarî û meclisên 4 herêmên kantonê 235 kargehên pîşesazî yên belgekirî hene.

Ev kargeh wek ên çêkirina mast û penîr, kargehên naylon, boriyên çandiniyê û "BRB", kargehên şîraniyê, firneyên siyahî û aşên modern in.

Her wiha di herêmê de 10 kargehên girêdayî aboriya civakî ku kelûpelên wek dermanên paqijiyê, tûrên naylon, hesin û şîraniyê berhem didin. Ev kargeh jî derfetên kar ji bo zêdetirî hezar û 500 malbatên herêmê peyda dikin.

Fatme El Şêx wiha domand: "Gerînendetî der barê wan kargehan agahiyên wek nav, cûre, cih û cûreyên makîneyan berhev dike û di lîsteyekê de kom dike. Armanc ji vê jî amadekirina belavkirina mazota pîşesazî bi hevkariya Gerînendetiya Sotemeniyê ye.

Fatme El Şêx di dawiya axaftina xwe de teqezî bi girîngiya pêşkêşkirina alîkariyê ji bo kargehên pîşesazî û domandina têkiliyê bi aliyên berpirs re ji bo sivikkirina barê şêniyan û pêşxistina aboriyê da.

(mh)

ANHA