Bi firçeya xwe diaxive

Zehra El Bidêwî bi rêya wênesaziyê hest û ramanên xwe hewl dide cîhana xwe ya hundirîn diyar bike.

Bi firçeya xwe diaxive
15 nîsan, 2024   06:10
REQA
GELHAT ANDOK

Zehra El Bidêwî (31) ji bajarê Reqayê di nava malbeteke ji 9 zarokan pêk tê de kerr û lal hatiye dinê, ev jî wê ji xwişk û birayên wê cuda dike.

Berê, ku mirov zimanan biafirîne, mirovan hewl da bi gelek rêbazan wek îşaret û wênesaziyê danûstandinê bi derdora xwe re bike.

Ev rêbaz heta niha jî didomin. Zehra zimanekî din ku bikare  hestên xwe derxîne cîhana derve bi rêbazin cuda geriya yek ji wan rêbazan jî firçeya wê ye ku êdî bûye şûna zimanê wê.

JI XWEYALÊN XWE DÛR NEKET

Piştî qonaxa navînî ya dibistanê Zehra ji ber adet û kevneperestiya ji xwendinê hat dûrxistin Lê belê îsrara wê bi dawî nebû û wê dest bi fêrbûna nivîsandin û wênesaziyê kir.

Zehra ku nikarîbû bi hêsanî bi derdora xwe re danûstandin bikira, di 4 saliya xwe de behreya wênesaziyl di xwe vedît û xwe tê de pêş xist.

Zehra li kêleka wênesaziyê zimanê nîşankirinê jî dizanîbû. Ji ber dayik Zehra her tim gel bû jiyanê de, Zehra serkeftî bû. Zehra xwe di hûnerê de pêş xist û kedek mezin ji bo derbirîna hest û xewnên xwe bi rêya firçe û rengan, da.

Zehra di navenda Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê de dixebite û bi rêya tabloyên xwe êşên şêniyên herêmê ên di dema kontrolkorona çeteyên DAIŞ'ê de vedibêje û berxwedana gel a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan didide.

ZÊDETIRÎ 200 TABLO

Zehra bi tabloyên xwe serbilindiya xwe bi şoreşa civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide û reseniya dîroka Sûriyeyê û destanên wê berz dike.

Zehra zêdetirî 200 tabloyên li ser çand, dîrok, civak û jinan çêkirine û gelek caran beşdarê mîhrîcanên çandî bûne. Tabloyên wê jî bêpere ne ji ber ku armanca wê gihandina afirîneriyê ye, ne pere ne.

(mh)

ANHA