Şêniyên Efrîn-Şehbayê di têkoşîna xwe de bi israr in

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker xeta berxwedanê hilbijartine û got: " Tu kes nikare me ji xaka me dûr bixe. Em ê bi berxwedana xwe vegerê misoger bikin."

Şêniyên Efrîn-Şehbayê di têkoşîna xwe de bi israr in
15 nîsan 2024   03:10
ŞEHBA

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û berxwedana ku dikin de nêrînên xwe parve kirin.

’DEWLETA TIRK A FAŞÎST NIKARE ÎRADEYA ME BIŞKÎNE’

 Meryem Omer: Ji roja em ji Efrînê derketin û li Şehbayê bi cih bûne ve, dewleta Tirk a dagirker kêliyekê jî êrişên xwe li ser sivîlan nedaye sekinandin. Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de dewleta Tirk a faşîst bi dehan komkujî li dijî sivîlan, bi taybetî zarokên Efrînê pêk anîne. Rojane navçeya Til Rifetê û gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundewarê Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin. Dewleta Tirk a faşîst ruxmî ku tevahî sûc û binpêkirinan dike, hewl dide nasnameya Kurd ji holê rake, lê wê bi hovîtiya xwe nikaribe îradeya gelê Efrîn û Şehbayê bişkîne.

‘BI YEKITIYÊ EM SIYASETA DAGIERKERIYÊ TÊK BIBIN’

Neda El Ehmed: Em û koçberên Efrînê bi hev re dijîn. Em ê bi yekitiya gelan dagirkeriyê têk  bibin. Em bi tundî êrişên dewleta Tirk a li hemberî herêma xwe şermezar dikin. Bila dagirkerî baş zanibe ku ji bilî têkoşînê em rêyekî din napijrinin.

’EM Ê Bİ BERXWEDANÊ VEGERÊ MÎSOGER BIKIN’

Cîgerxwîn Şêxo: Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin gel koçberî şehbayê bû. Li Şehba jî gel rêya berxwedanê hilbijartiye. 6 sal e em  li Şehbayê li ber xwe didin û tê dikoşin. Li kêleka êrişên rojane hikumeta Şamê ambargo li ser me dimeşîne. Têkoşîna me ji  bo vegera li Efrînê ne. Tu carî kes nikare me ji xaka me dûr bixe. Em ê bi berxwedana xwe vegerê misoger bikin.

(bb)